Zehra Muhammadî ji ber dersên Kurdî daye wê were darvekirin

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li mamosteya Kurd birî û dixwaze wê darve bike. Mamosta û wejevana Kurd Zehra Mohammedî piştî ku zimanê Kurdî fêrî xwendekarên xwe kir, bi îdîaya ku ewlekariya welêt dixe xetereyê hate girtin û cezayê darvekirinê lê hate birrîn.

Mamosteya Kurdî û wêjevan Zehra Mohammedî, ku di 23’ê Gulana 2019’an de li bajarê Sanandaj a Eyaleta Kurdistanê ya Îranê tevî 2 hevalên xwe bi sedema “ewlekariya welêt dixe xetereyê” hatibû girtin, bi cezayê îdamê tê darizandin.

Zehra Mohammedî ya li bajarê Sinê li Zanîngeha Birjand a Xorasan beşa jeopolîtîk xwend û Endamê Lêkolînên Çandî û Civakî yê Nojînê bû û piştî ku dersên Kurdî da xwendekaran hatibû girtin.

Xwişka wê Kanî Mohammadî di 7’ê Mijdara 2019’an serî li Navenda Mafê Mirovan a Îranê-CHRI da û destnîşankir ku bê sedem cezayê darvekirinê li xwişka wê birrîne.

Kanî Mohammedî da zanîn ku ji bo serbestberdana wê, ji malbatê 700 milyon toman ango zêdetirî 166 hezar dolar pereyê kefaretê xwestine, lê tevî ev pere dane jî xwişka wê serbest nehatiye berdan.

Kanî Mohammadî got, “Xwişka min bi awayekî dij hiqûqî ji meha Gulanê ve tê girtin û bi eşkenceyê xwestin van sûcan pê bidin qebûlkirin. Lê ji ber qebûl nekir, bi cezayê îdamê gef lê xwarin. 72 rojan jî di hucreya tarî de hate hiştin. Tewanbariyên ku li Zehra dikin, bi temamî bê bingeh in.”

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî jî di 13’ê Mijdarê de ji bo Zehra Mohammadî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birrîn, banga çalakiya lezgîn kir.

Her weha rejîma Îranê 14’ê Mijdarê jî jina Kurd a bi navê Şerare Elyasî ya li Girtîgeha Navendî a Sinê dima, bi sedema ku kesek kuştiye hate darvekirin.

Şerarê piştî ku komek bi ser mala wan de girtibû û xwestibûn ji malbata wê kesekî bikûjin, xwe parastibû.

Rejîma Îranê di nav 7 salan de 76 jê Kurd, 85 jin darvekir.

Piraniya van jinan jî ji ber “li dijî êrîşên mêran û tecawûzê derketine” hatin darvekirin.

Leave a Reply

Back to top button