MSD’Ê XWE JI BO HEVDÎTINÊN SÛRÎ – SÛRÎ RE AMADE DIKE

Di çarçoveya peydakirina çareseriyeke bingehîn ji aloziya Sûriyê re, Meclîsa Sûriya Demokratîk hewl dide toreyeke nû ya hevdîtinên Sûrî – Sûrî bi hemû aliyên opozîsyona Sûriyê re lidar bixîne.

Li gorî hin çavkaniyan, MSD’ê hewl dide hevdîtinên diyalogê ya nû di navbera aliyên Sûriyê de lidar bixe.

MSD’ê bang li hemû aliyên opozîsyona derve û hundirîn dike ku beşdarî hevdîtinan bibin û çareseriyeke bingehîn ji aloziya Sûriyê re peyda bikin.

Meclisa Sûriya Demokratîk di civînên xwe yên derbasbûyî de jî diyar kiribû ku ew her tim bi diyaloga Sûrî – Sûrî yên li ser axa Sûriyê re ne û vê jî wek alternatîfa çareseriya leşkerî dide pêş.

Beriya niha jî gelek civîn hatin lidarxistin.

Hevdîtinên yekemîn a diyaloga Sûrî Sûrî jî 18 Tîrmehê hate lidarxistin.

Leave a Reply

Back to top button