HRE: Di çalakiyên tolhildanê Al Raî de çeteyekî Tirkiyê hat kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku di çarçoveya çalakiyên tolhildanê yên hêzên wan de, li Raî çeteyekî Tirkiyê hat kuştin.

Derbarê çalakiyê de Hêzên Rizgariya Efrînê daxuyaniyek da.

Hêzên Rizgariyê diyar kir ku çalakiyên wan yên tolhildanê bê navber li dijî çeteyên Tirkiyê didomin.

Herî dawî 16 mehê ango doh hêzên me li derdora bajarê Raî bi çalakiyeke sabotajê çeteyekî dagirkeriya Tirkiyê kirin hedef.

Di encama çalakiyê de ev çete hat kuştin.

Çeteyî hedefgirtî tercumantî ji leşkerên Tirkiyê dikir.

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku liv û tevgera balafirên şer û keşifê yên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Efrîn û Şehba dewam dike.

Leave a Reply

Back to top button