Rêveberiya Xweser: Bila cîhan ji êrîşên dagirkerî û qirkirinê bêdeng nemîne

Têkildarî planên qirikirinê yên dewleta Tirk li dijî herêmê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî daxuyaniyek da . Rêveberiyê diyar kir ku divê cîhan li dijî dagirkeriyê êdî helwesta xwe nîşan bide û ev êrîş û komkujî bi dawî bibin.

Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûrî îro derbarê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û bêdengiya civaka navnetewî ya li dijî qirkirin û sûcên şer ên Tirkiye de daxuyaniyeke çapameniyê da.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de got:

“Bi erêkirina Emerîka û Rûsyayê, îro gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî rastî êrîş û komkujiyên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tên. Rojane mafên mirovan tên binpêkirin û sûcên şer tên kirin, lê cîhan xwe bêdeng dike.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku siyasetmedar Hevrîn xelef, keşeyê Dêra Ermenên Katolik a Qamişlo Hovsep Petoyan û bavê wî û kuştina bi sedan jin û zarokan, bi çekên ku ji aliyê navnetewî ve hatine qedexekirin, hatin kuştin.

Rêveberiya Xweser anî ziman ku tevî hemû daneyên ku nîşan didin dewleta Tirk şirîkê DAIŞ û Nusrayê ye, hîna jî cîhan bêdeng e.

Rêvberiya Xweser teqez kir ku dewleta Tirk bi-zanabûn deriyê xwe ji koçberan re vekir, bi vî şêwazî jî, bêpîvan û bê-exlaqî li mirovahiyê û teybet jî li dijî Ewropayê weke gef bi kar tîne.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de, ev bang kir:

Em bang li hemû cîhan û mirovahîyê dikin ku li hemberî qirkirina civaka Kurd, Ereb û Xirîstiyan, êrîş û dakirkeriya li ser Rojava û Bakurê Surî û li dijî guhertina demografiya wê, dengê xwe bilind bikin û xwedî helwest bin.

Rêveberiyê bal kişand ser serdana Erdogan a bo Waşingtonê û weha dewam kir:

Pir eşkereye ku dewleta Tirk ji hevdîtina bi Trump re hêz girtiye.

HEYA DAGIRKERÎ BI DAWÎ NEBE EM RAZÎ NABIN

Erdogan li Waşingtonê dibêje ez ê milyonek penaber li Reqa û Dêra Zorê bi cih bikim, lê li şûna Trump bibêje çi mafê te heye tu axa welatekî dagir dikî û komkujiyan der heqê wan de pêk tînî, dibêje agirbest baş dimeşe û Kurd jî ji vê razî ne.

Beriya her tiştî ev ne rast e, ji ber heya dagirkerî bi dawî nebe û dewleta Tirk ji axa me venekişe, ne Kurd, ne Ereb, ne jî Xiristiyan razî nabin û ne jî ji agirbestê wê nekêfxweş bin.

Leave a Reply

Back to top button