NAVBERA RÊJÎM Û ÇETEYAN TOPBARAN DEWAM DIKE

by maher enez
134 views

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên rêjîmê bi topavêjan herêmên Skîk û Latamnayê kirin hedefa êrîşên xwe.

Çeteyên Hey’et Tehrîrî Şam jî fûze avêtin ser herêmên Tel Bizam , Me’an û Ebû Dalî ên li başûr-rojhilatê Idlibê.

Herwiha li Hemayê jî, çeteyan gundê Corîn ê li bakurê bajêr dikeve, da ber topan.

Li bakurê Lazqiyê jî, herêma Cebel Ekrad ji aliyê hêzên rêjîmê ve hat topbarankirin.

Dîsa, herêma Mensûra ya rojavayî Helebê jî bû hedefa topên rêjîmê.

Derbarê ziyanên canî de tu agahî bi dest neketin.