Partiya Keskan a Almanî li dijî Tirkiyê lîsteya cezayan amade kir

Partiya Keskan di kongra xwe de bi piraniya dengan lîsteke cezayan li ser Tirkiyê pejirand. Ev ceza jî ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê werin ferzkirin. 

 

Partiya Keskan ku di demên dawî de li Elmanyayê dengê xwe zêde kir û li gelek herêman tevlî hikumetê bû, li bajarê Bîelefeldê kongreya partiya xwe lidarxist.

Di kongreyê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku di 9’ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir kete rojevê.

Ji ber êrişên dagirkeriyê lîsteyek ji ceza li dijî Tirkiyeyê bi piraniya dengê delegeyan hate pejirandin.

Di lîsteyê de tê xwestin ku ev her çar ceza li Tirkiyê bên ferzkirin:

* Li dijî Serokkomarê Tirk Erdogan û rayedarên din ên hikumeta Tirk pêkanînên aborî werin ferizkirin.

* Firotina çekan ji bo Tirkiyê were rawestandin.

* Peymana Penaberan a di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê de were betalkirin.

*Ji bo şîrketên Elman ên li Tirkiyeyê kar dikin mîsogeriya krediya (qerz, deyn) Hêrmes were rakirin.

Leave a Reply

Back to top button