Navenda Ragihandina QSD’ê encama şer û berxwedana 24’ê saetên dawî yên Berxwedana Rûmetê eşkere kir. QSD’ê di daxuyaniyê de ragihand ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker 2 şervanên QSD’ê şehîd û 4 jî birîndar bûne.
QSD’ê bi daxuyaniyekê encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên 24 saetên dawî eşkere kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk agirbestê bin pê dike û dixwaze herêmên ku dagir kirine berfireh bike.
Li gorî daxuyaniya QSD’ê:
Li seranserî êniya Til Temirê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ û El Nusrayê bi çekên giran û balafirên bê mirov êrîşên xwe dewam dikin.
Li Eyn Îsayê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe gundê Bîr Kîno ya nêzî herêma Qiz Alî û gundê Mişêrfa bi tang û obusan bi dijwarî topbaran kir.
Ji ber topbarana bê serûber zirar gihişt mal û milkên gundiyên Mişêrfa.
QSD’ê ragihand ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 şervanên QSD’ê şehîd û 4 jî birîndar bûne.