Artêşa Netewî ya Lîbyayê: Me di mehekê de 30 Dronên Tirkiyê anîne xwarê

Artêşa netewî ya Lîbyayê li Terablûsê bêhtirî 30 balafirên bê mirov yê dewleta Tirk anîne xwarê.

Berpirsekî artêşa Lîbyayê ragihand ku parastina azmanî ya artêşê di mehekê de zêdetirî 30 balafirên bê mirov yê dewleta Tirkî anîne xwarê.

Berpirsê Lîbî diyar kir ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li Lîbyayê şer dikin, xwestin êrîşên wan yên li ser baregeha Cefrayê asteng bikin, lê artêşê hewldanên wan têk birin.

Her weha destnîşankir ku hîna dewleta Tirk ji çeteyên xwe re bi rêyên derveyî qanûnî çekan rê dike.

Berî niha jî têkiliya Tirkiyê ya di şerê Lîbyayê de eşkere bûbû û ev yek ji aliyê serokê Lîbyayê vê jî hatibû piştrastkirin.

 

Leave a Reply

Back to top button