Li Tebqayê êrîşa DAIŞ’ê serokê mala gel a El Buheyra hate kuştin

Piştî êrîşên dewleta Tirk a li dijî herêmê, şanêyên hevkara wê DAIŞ’ê jî êrîşên xwe zêde kir. Şaneyên girêdayî çeteyên DAIŞ’ê vê sibê serokê Mala Gel a taxa El-Buheyra ya bajarê Tebqayê Abdullah Ehmed El-Sayil bi demançeya bêdeng kuşt.

 

Li gorî bijîşkê edlî yê ku venêrîna cenaze kiriye, Serokê Mala Gel El Sayîl, ji ber gulleya ku li serî wî ketiye jiyana xwe ji dest daye.

Saziya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî û aliyên ewlehiyê yên pêwendîdar jî der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

Şaneyên DAIŞ’ê piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nû ve zindî bûn.

Ew jî bi piştevaniya dewleta Tirk a dagirker ji çeteyên DAIŞ’ê nîşan dide.

Piştî êrîşên dewleta Tirk bi dehan çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgehan reviyan li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûrî belav bûn.

Leave a Reply

Back to top button