Rêveberiya Xweser destê dewleta Tirk di kuştin û tevlîheviya li herêmê de heye

Hevserokên Meclîsa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî rewşa dawî ya li herêmê daxuyaniyek da. Rêveberiyê bang li tevahî cîhanê kir ku li dijî qirkirina Kurd, Ereb û Xiristiyanan a ji aliyê dewleta tirk ve helwestê nîşan bidin. Rêveberiyê bersîv da îdiayên rejîma sûrî yên li ser rêveberiyê jî got:
Ti carî armanceke me a perçekirina axa Surî çênebûye. Ev 8 sal in li dijî hêzên dagirker, çeteyên DAIŞ û Nusrayê me yekîtîya Surî parastiye.

 

Hevserokên Meclisa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Ebdilhemîd El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid daxuyanî da.

Rêveberiya Xweser bi bîr xist ku gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo tinekirina DAIŞ’ê berdêlên giran dan û niha jî bi êrêkirina Emerîka û Rûsyayê re ev gel ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve tê qirkirin.

Rêveberiya xweser diyar kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk bi sedan sîvîl hatine kuştin ku di nava wan de siyasetmedar Hevrîn Xelef, Kêşeyê dêra Ermenan Hoseb Bîdoyan û bavê wî jî hene.

JI BER BÊDENGIYA EMERÎKA, RÛSYA Û NY SEDHEZARAN KES KOÇBER BÛN

Her wiha, di daxuyaniyê de hat gotin ji ber bêdengiya Emerîka, Rûsya û neteweyên Yekbûyî, dewleta Tirk demografiya herêmê diguherîne û bi sedhezaran kes ji cîh û warê xwe bûne.

Rêveberiya xweser serokomarê Tirk Erdogan, weke faşîstê sedsalê bi nav kir û ragihand ku dewleta Tirk bermahiyên çeteyan li Serê Kanî û Girê Spî bi cîh dike.

Di daxuyaniyê de rêveberiya xweser hevkariya dewleta Tirk ya bi DAIŞ’ê re jî bi bîr xist û kuştina serçeteyê DAIŞ’ê El Bexdadî ya li herêma bin kontrola Tirkiyê jî weke nimûne nîşan da.

LI DIJÎ QIRKIRINA PÊKHATEYÊN HERÊMÊ BIBIN XWEDÎ HELWEST

Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêdengiya hêzên cîhanî û dewleta Sûrî ya li dijî êrişên dewleta Tirk jî weke rûreşiyeke mezin bi nav kir û bang li tevahî cîhanê kir da ku li ber qirkirina Kurd, Ereb û Xiristiyanan rabin û bibin xwedî helwest.

Li ser helwesta serokê Emerîkayê Trump a li hemberî tevgera dagirkeriyê jî Rêveberiya Xweser nerazîbûn nîşan da û got:

“Erdogan li Waşingtonê bi rehetî got, ew ê milyonek kes li Reqa û Dêrazorê bi cih bikin. Mîna xelîfeyê Osmanî axa Rojava û Bakurê Surî weke milkê xwe û dewleta Sûrî jî weke eyaletek Osmanî dibîne. Li şuna ku Trump li dijî vê plana dagirkeriyê rabe, îdîa kir ku “agirbest” baş birêve diçe. Divê baş were zanîn, heta ku dagirkerî bi dawî nebe, hêzên faşist û dewleta dagirker ji axa me venekişin. Wê ti wateya agirbesê tine be. Ji bo parastina ax û rumeta xwe, çi berdêl pêwist be em ê bidin.”

EM HÊVÎDARIN REJÎMA SÛRÎ BIBE ALÎGIRÊ ÇARESERIYÊ

Rêveberiyê bersîv da îdiayên rejîma sûrî jî ev bang li rêveberiya Şamê jî kir:

“Em hêvîdar in ku dewleta Sûrî û Esad bibin alîgirên çareseriyê. Ti carî armanceke me a perçekirina axa Surî çênebûye. Ev 8 sal in li hemberî hêzên dagirker, çeteyên DAIŞ û Nusrayê me yekîtîya Surî parastiye.”

Leave a Reply

Back to top button