
Xelkê Hesekê îro dîsa 2 cangoriyên xwe spart axê.
Şehîdên Berxwedana Rûmetê Ehmed Medad û Ehmed Ebdulcelîl, li gorîstana Şehîd Dijwar bi merasîmeke heybet hatin oxirkirin.
Di merasîmê de nasnameya 6 şehîdên din jî hatin eşkere kirin.
Şêniyên Hesekê îro bi merasîmeke girseyî cenazeyê Endamê Erka Xweparastinê Ehmed Medad û yê şervanê QSD’ê Ehmed Ebdulcelîl bi nasnav Zinar Raperîn oxir kirin.
Girseyê cenazeyê şehîdan ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.
Li goristanê piştî rêzgirtinê, Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ezîze Hisên û li ser navê hêzên leşkerî yê bajarê Hesekê Salim Ibrahîm axivîn û peyam dan ku ew ji dijmin natirsin û heta ku xeyalên şehîdan pêk bînin wê têkoşîna xwe bidomînin.
Piştî axaftinan cenazeyên her du cangoriyên azadiyê bi tilîliyên dayîkan û sozên berxwedanê hatin oxirkirin.
NASNAMEYA 6 ŞEHÎDAN HATIN EŞKEREKIRIN
Di merasîmê de nasnameya 6 şehîdên berxwedana rûmetê jî hatin eşkerkirin.
Nasnameya şehîdan weha ye:
Şervana YPJ’ê Nesrîn Yûsif bi nasnav Berîtan Serêkaniyê,
Şervanê Erka Xweparastinê Muhened El-Receb,
Mehmûd Weqa bi nasnav Mehmûd Hesekê.
Îbrahîm Elî Hesen bi nasnav Kamûran Cûdî.
Mehmûd Şerîf El-Ebdullah bi nasnav Nîdal Hesekê.
Û Mehmûd El-Şimît bi nasnav Kesar Hesekê.