Meclisa Leşkerî ya Kobanê û Polîsa Leşkerî ya Rûsî li Kobanê der barê mekanîzmeya hevbeş a parastina herêmê de hevdîtin pêk anîn. Fermandarê Polîsa Leşkerî ya Rûsî û hevserokê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Ismet Şêx Hesen diyarkirin ku armanca hevdîtina wan parastina herêmê ye.
Piştî hevdîtina Meclîsa Leşkerî ya Kobanê û Polêsê Rûsî li bendava Tişrînê daxuyaniyeke hevbeş hat dayîn.
Fermandarê Polîsê Leşkerî ya Rûsî Parîs diyar kir ku armanca hebûna Hêzên Rûs li herêmê parastina gelên herêmê û pêşîgirtina zindîbûna DAIŞ’ê ye.
ISMET ŞÊX HESEN: ARMANCA HEVDÎTINÊ PARASTINA HERÊMÊ YE
Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Ismet Şêx hesen jî tekez kir ku armanca hevdîtina wan a li gel Hêzên Rûsî parastina herêmê ji êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ye.