Îran hêzên leşkerî vediguhêze Rojhilatê Kurdistanê

Ji ber xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewleta Îranê hêzêke zêde ya leşkerî dişîne bajaran. Hêzên dewletê jî li dijî xwepêşandêran tevî bombeyên gazê û ava şid, çekên rast bikartîne. Di xwepêşandanên 2 rojên dawî de herî kêm 30 kes jiyana xwe ji dest dane û zêdetîrî 142 kes jî birîndar bûne.

Li Îranê ji ber bûhayê benzînê sê qat hate zêdekirin ev 3 rojin li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê gel daketin qadan.

Piştî xwepêşandanan, rêjîma Îranê hêzên leşkerî yên nû veguhestin gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê.

Xwepêşandan tevahiya rojê dewam kirin û hêzên ewlehiyê bi çekên rastî, bombeyên gazê û ava şid êrîşî xwepêşandêran dikin.

LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ 21 KESAN JIYANA XWE DEST DA

Li gor agahiyên hatine wergirtin, li Rojhilatê Kurdistanê Urmiyê, Sine, Kirmaşan, Îlam û Loristanê êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî xwepêşandanan didomin.

Hat diyarkirin ku di êrîşê rojhilatê kurdistanê de 21 kesî jiyana xwe ji dest da, 142 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku saziya Hengaw ya Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ragihandiye, di êncama êrîşên bi çek yên rejîma Îranê de li bajarê Ciwanro 14, Merîwan 6 û li Sine jî zarokekê 12 salî jiyana xwe ji dest daye.

17-11-2019-iran-xopishandannn.d20191117-u120900

Her wiha li gorî çavkaniyên herêmî, di xwepêşandanên Sine di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê pasdaran de şer çêbûye.

Di encamê de 2 pasdar û 2 xwepêşandêr hatine kuştin û ji her du aliyan jî birîndar hene.

Li bajarê Kirmanşan jî li Qada Azadî di navbera hêzên dewletê û xwepêşanderan de pevçûn derket.

Tê gotin di pevçûnan de hin xwepêşandêr hatine kuştin, lê hêjmar nehate zanîn.

Her wiha hat diyarkirin ku li Merîwan jî di navbera hêzên dewletê û xwepêşanderan de pevçûn derketiye.

LI ÎRANÊ BI GIŞTÎ, 30 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA

Li gelek bajarên Îranê jî xwepêşandan pêk hatin.

Ev du roj in şêniyên bajarên Ahvaz, Hürremşehr, Bircend, Meşhed, Geçsaran, Sircan, Bender Abbas, Esfahan û Şiraz li qadanin.

Li van bajaran jî bi giştî 9 xwepêşander hatine kuştin.

Tenê di 2 rojên xwepêşandanê de li Îran û Rojhilatê Kurdisatanê zêdeyî 30 kesan jiyana xwe ji dest dane û 142 jî birîndar bûne.

Leave a Reply

Back to top button