Rojnameyeke Emerîkî: Ti niyetên Trump ên vekişîna ji Sûriyê tune ne

Rojnameyeke Emerkî bi raporekê diyar kir ku ti niyetên Serokê DYE nîn in ku xwe ji Sûriyê vekişîne û hejmara leşkerên Emerîkî yên niha li Sûriyê, ji sala 2018an bêhtire, sala ku Trump biryara vekişînê da.
Rojnameya The National Interest derbarê mijara hebûna Emerîka li Rojhilata Navîn û bi taybet li Sûriyê raporek amade kir.
Rojname di rapora xwe de dibêje ti niyetên Trump ên vekişîna ji Sûriyê nîn in û ev biryarên vekişînê tenê piropgendaya ji bo hilbijartinên serokatiya Emerîkayê ne.
Rojnameyê tekez kir ku hejmara hêzên Emerîkî li Sûriyê niha ji sala 2018an, sala ku Trump biryara vekişandinê stand, pêhtir in.
Rojnameyê destnîşan kir ku gelk caran Trump biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê daye, lê beravajî wê biryar pêk dihat.
Li gorî rojnameyê, eger bi rastî Trump dixwaze hêzên xwe ji Rojihlata Navîn vekişîne, wê demê çima 3 hezar leşkerên Emerîkî li Siûdiyê bich kirine..

Leave a Reply

Back to top button