Bi armanca piştgiriya bi xwepêşandanên ku Îranê berdewam dikin, parlamenterek Kurd ê nûnerê Bokanê ji wezîfeya xwe îstîfa kir. Hat ragihandin jî ku wê çend parlamenterên din jî wê îstîfa bikin.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, parlamenterê Kurd ê nûnerê Bokanê Mihemed Qasim Osmanî ji ber nerazîbûna zêdekirina nirxê benzînê û piştevaniya bi xwepêşandêran re dest ji karê xwe îstîfa kiriye.
Her wiha hat zanîn ku parlamenterê Kirmaşan Mihemed Cewad Ebtehî û Parlamenterê Tehranê Mihemed Cewad Fethî jî bi heman sedemê daxwaznameyên xwe yên îstîfayê wê pêşkeşî parlamentoyê bikin.