Platforma Rojhilat a ji bo Rojava xwedî li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê derkevin

Partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştevaniya berxwedana Rojavayê Kurdistanê û xwepêşandanên li Îranê platformek ava kirin.
Di platformê de hat destnîşankirin ku yekîtî çeka herî xurt e ji bo gelê kurd û bang li hêzên Kurdistanî dikin ku di zûtirîn dem de yekîtiya xwe ava bikin.

Partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya KNK’ê li bajarê Stockholm a Swêdê ji bo berxwedana Rojava û xwepêşandanên li Îranê platformek ava kirin.

Endamê Komîteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl bi rêya telefonê beşdarî platformê bû.

Aldar Xelîl diayr kir ku berxwedaniya li Rojavayê Kurdistanê çarenûsa gelê Kurd diyar dike û got:

Ya girîng di vê pêvajoyê de yekîtiya gelê kurd e, ji ber vê yekê divê partî û rêxistinên kurdî bi lez û bez vê yekîtiyê ragihînin.

Her wiha do platformê de nûnerên partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê jî axavîn û diyra kirin ku daxwazên gelên li Rojhilatê Kurdistanê daxwazên rewan e.

Beşdarên platformê jî bal kişand li ser Yekîtiya Kurdî û diyark kirin ku armanca desthilatdaran qirkirina gelê Kurd.

Beşdaran destnîşan kirin ku Berxwedana Rojavayê Kurdistanê li her deverê dengvedaye, lê mixabin ev yek negihaştiye wê astê ku karibe gelên li Rojava ji qirkirinê û dagirkeriyê biparêze.

Partî û saziyên tevlî platforma piştgiriya Rojava bûn wiha ne:

HIZBA DEMOKRAT A ÎRAN
PJAK
KOMELEY ZEHMETKÊŞANÎ KURDISTAN
YEKITÎ NÎŞTIMANÎ KURDISTAN
TEVGERA GORAN
HİZBÎ DEMOKRATÎ KURDISTAN
PARTIYA PÊŞVERÛ
NUNERA NCDK-SWED
REWTA SOSYALİST KOMELE
KONGREYA NETEWİ YA KURDISTAN
TEVGERÎ KURD F S
TEVGERÎ KURDAYETÎ
PSK

Leave a Reply

Back to top button