Li Tebqayê bazirganekî madeyên hişbirê hat girtin

Yekîneyên Têkoşîna Li Dijî Sûcên Rêxistinkirî ya Tebqayê bazirganekî madeyên hişbiriyê girtin.

Buroya Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku 13’ê Mijdarê bazirganek li ser benda kontorlê hat girtin.

Bi bazirgan re 177 hebên hişbiriyê ku di nava 26 kîsan de û 5 gram madeya heşîş a hişbir hebûn.

Hemû madeyên bi bazirgan re ji aliyê Yekîneyên Têkoşîna Li Dijî Sûcên Rêxistinkirî hat desteserkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diayar kir ku bazirganê madeyê hişbirê sewqî edaletê hate kirin.

Leave a Reply

Back to top button