Li Kobanê panzêra di dewriyeya Rûsya-Tirkiyê de pê li lingê ciwanekê kir

Dewriyeya hevbeş ji gundê Mars Mîlê (Merc Îsmaîl) ê li ser sînor ku 7 km dikeve rojhilatê Kobanê heta bi gundê Xerîb pêk hat.

Panzêrên dewriyeyê li gundê Tîrê yê rojhilatê Kobanê pê li lingê ciwanekê kir û ciwan rakirin nexweşxaneya Kobanê. Li gorî kadroyên tenduristiyê rewşa ciwan aram e. Lê di şehê lingê wê de şikestin heye.

Keça ciwan dibêje ku panzêran bi zanebûn pê li lingê wê kir.

Her wiha panzêran li 2 erebeyên ku li keviya rê bûn jî xist. Di encamê de zirar gihaşt wan erebeyan.

Leave a Reply

Back to top button