Navenda lihevanînê ya Rûsî li Sûriyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk li Idlîbê êrîşên xwe dewam dikin û di 24 saetên dawî de 30 bipêkirin pêk anîne.
Navenda lihevanînê ya Rûsî li Sûriyê ku girêdayî Wezareta Parastina Rûsî ye diyar kir ku çeteyên li Idlibê li dijî bajêr û gundên Idilib, Heleb, Hema û Lazeqiyê êrîşên xwe berdewam dikin.
Serokê navendê Yûrî Borîngov destnîşankir ku çeteyên dewleta Tirk li herêma bi navê “Kêm Şer” di 24 saetên dawî 30 binpêkirin pêk anîne.
Çavdêriya Sûrî: Li hemayê balfireke rejîmê rûxiya
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov jî ragihand ku li balafirgeha Hema ya Leşkerî balafireke rejîma Sûrî ku bermilên teqemeniyê barkirî bû ji ber pirsgirêkeke teknîkî ketiye xwarê.
Hat diyarkirin ku di encamê de ajokarê balafirê ku serbaz bû û 2 leşker jiyana xwe ji dest dane.