Berê Wold: Divê çekên nuklerî yên emerîkayê ji Tirkiyê werin derxistin

Generalê Emerîkî yê berê Wold hişyar kir ku divê bilez çekên nuklerî ji Tirkiyê werin derxistin.

Generalê Emerîkî Chuck Wold  ji ajansa Bloomberg a Emerîkî re axivî diyar kir ku Tirkiye dijminê Emerîkayê ye.

Wold got, “Ev jî di êrîşên Tirkiyê yên li dijî hevkarên me yê li bakurê Sûrî de diyar bû.”

Wold eşkere kir ku di 2014’an de, Tirkiye destûr neda Emerîka ku baregeha Încirlîkê ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê bi kar bîne, lê piştî salekê serî ji daxwaza Emerîkayê re tewand.

Generalê Emerîkî dibêje, tiştê niha Emerîka jê ditirse ew e ku çekên Emerîkî yên nuklerî li Tirkiyê ne û ev tişt nakeve xizmeta berjewendiyên Emerîka yên stratejîk.

General Emerîkî Chuck Wold teqez kir ku ji ber dijminatiya Erdogan bi Emerîkayê re û ji ber ew xwe nêzî Rûsyayê dike, divê bilez ev çek ji Tirkiyê veguhezînin Qibirs an jî Yûnanîstanê.

Leave a Reply

Back to top button