Birîtanya: DAIŞ’iyê ku Tirkiyê şande planên êrîşên terorîst dikir

Hikumeta Birîtaniyayê ragihand ku wan çeteyekî DAIŞî ku Tirkiyê ber bi Birîtaniyayê ve şandibû, bi sûcên êrîşîn terorîst girtin. 

Di hefteya borî de dewleta Tirk dest bi dersînorkirina çeteyên DAIŞî yên biyanî kir.

Di vê çarçoveyê de gelek çeteyên DAIŞî yên Ewropî ber bi welatên wan ve hatin şandin.

Hikumeta Birîtaniyayê ragihand ku wan çeteyekî DAIŞî ku Tirkiyê ber bi Birîtaniyayê ve şandibû, girtine.

Hikumetê ragihadn ku çeteyê hatiye girtin navê xwe Mamûn Reşîd e û 26 salî ye.

Birîtanya tekez kir ku ev çete beriya çend rojan ji aliyê dewleta Tirk ve ber bi Birîtaniyayê ve hatibû şandin.

Her wiha li gorî agahiyên ku hikumetê dane, vî çeteyî planên êrîşîn terorîst li Birîtaniyayê dikirin û îro Duşemê wê bê dadgehkirin.

Beriya du rojan û Piştî ku dewleta Tirk a dagirker 2 jinên DAIŞ’î yên Elman şandin welatê wan, polêsên Elman ragihandin ku wan bi sedema ku têkîliya wê bi çeteyên DAIŞ’ê re heye, jinek girtine.

Leave a Reply

Back to top button