Rejîma Îranê ji bo sûcên xwe veşêre cenazeyan direvînê

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên ku li dijî siyaseta aborî ya rejîmê destpêkiribûn ev 4 roj in dewam dikin.
Hêzên ewlekariya Îranê ji bo sûcên xwe veşêrin kesên birîndar bûne, direvînin û dest dideynin ser cenazeyê welatiyan.

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên li dijî bilindkirina nirxê benzîn û siyaseta aboriya hikûmeta Îranê didomin.

Li gorî agahiyan, hêzên ewlekariyê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji bo sûcên xwe veşêrin kesên birîndar bûne û cenazeyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane direvînin.

Di xwepêşandanan de gelek kes jî hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ku zêdetirî hezar kes li parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine revandin û binçavkirin.

Her weha ji bo agahiyên xwepêşandanan neyên belavkirin, ji doh ve li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê xetên înternetê hatine qutkirin.

Ji ber aloziyê, hemû dibistan û zanîngehên parêzgehên Kirmanşan, Merîwan, Ciwanro, Sine, Tahran, Elburz, Îsfahan, Şîraz û Xozistan hatine girtin.

Li gorî çavkaniyên mafê mirovan heta niha herî kêm 30 kesî di xwepêşandanê Rojhilatê Kurdistan û Îranê de jiyana xwe ji dest dane zêdetirî 150 kesî jî birîndar bûne.

Leave a Reply

Back to top button