LI KERKÛKÊ LIV Û TEVGERA ÇETEYÊN DAIŞ ZÊDE DIBE

Çeteyên DAIŞ’ê bi henaseya ku ji dewleta tirk girtî li Sûrî û Iraqê êrîşên xwe zêde kirine.

Fermandarên Hêzên Heşd Şebî, Heşda Eşairî û hêzên din yên ewlekariyê têkildarî mijarê axivîn.

Fermandaran diyar kirin ku çeteyên DAIŞ’ê weke komên biçûk û veşartî tevdigerin.

Ji ber herêm berfireh e nikarin bi temamî kontrol bikin.

Çeteyên DAIŞ’ê bi henaseya ku ji dewleta tirk girtî li Sûrî û Iraqê êrîşên xwe zêde kirine.

Li başûrê Kurdistanê jî bi taybet li derdora Kerkûkê çeteyên DAIŞ’ê careke din liv û tevgera xwe zêde kiriye.

Di van demên dawiyê de gelek caran li Hewîce û Dûbisê êrîşê welatiyan û hêzên ewlekariyê kirin.

Têkildarî mijarê fermandarên Hêzên Heşdî Şebî, Heşdî Eşairî û hêzên din yên ewlekariyê yên parastina van herêman dikin ji ajansa Rojnews’ê re axivîn.

Ji fermanderan hêzên Heşda Eşairî ya Hewîceyê Ebu Ebas Cibûr diyar kir ku liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê li herêmên ser bi Kerkûkê bi awayeke berçav zêde bûye û got:

“Çeteyên DAIŞ’ê weke komikên biçûk û veşartî tevdigerin û êrîşan pêk tînin.

Hêzên ewlekariyê li van herêman li dijî wan bi dewamî operasyonan lidardixin.

Lê ji ber herêm fireh em nikarin bi temamî kontrol bikin”.

Berpirsên Îstîxbarata Heşdî Şebî li Hewîceyê Hesen Sofî jî got:

“Şeva 31’ê Tebaxê helîkopterek ku ne hatiye zanîn ya kîjan welatiye li geliyê Um Exdîdin ya bajaroka
Ebasiyê daniye û tê zanîn ku hêzên Iraqê li vê herêmê nîne.

Çekên DAIŞ’ê li dijî hêzên Ewlekariyê bikartîne çekên pêşketîne”.

Endamê Meclîsa bajarokê Hewîceyê Ehmed Xurşîd jî destnîşan kir ku çete lêdixin û carekî de winda dibin.

Ji ber herêm cihên wê yên asê hene derfetê dide ku ew xwe li van herêman de rêxistin bikin.

Her wiha serokê Komîsyona Ewlekariyê ya Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê Azad Cebarî jî got:

“Sedema destpêkirina operasyona li Kerkûkê girtina çeteyên DAIŞ’ê û ew kesên guman li ser wan heye ye.”

Leave a Reply

Back to top button