QSD’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên dagirkirinê didomînin.Artêşa Tirk piştê dewriyeya bi Rusan re çeteyên xwe li herêma depoyên genim ên Şêrgirakê bi cih kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê di daxuyaniyeke nivîskî encamê şerên 24 saetên dawî ragihand.
QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekir:
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî tevgera xwe ya dagirkeriyê li heremê didomînin.
Dewleta Tirk a dagirker li herêma Til Temir bi balafirên bê mirov ve li ser gundên Aşuriyan tevgera keşfê pêk anî.
Artêşa Tirk a dagirker, piştî dewriyeyek hevpar bi hêzên Rûsî re li herêma Eyn Îsa, pêk anî bi tangan û çekên giran û hijmarek zêde çeteyan ve êrîşê heremê kir da ku dagirkeriya xwe berfireh bike.
Piştî dewriyeya bi Rusan re çeteyên dagirker carekdin depoyên genim yên Şêrgirakê vegeriya û qadê dagir kir, çeteyên xwe tê de bi cîh kir.