Meclisa Leşkerî ya Kobanê: Îdîayên li ser serweriya artêşa Sûriye ya tiştînê ne rast in

Meclisa Leşkerî ya Kobanê agahiyên ku li ser gelek malperên Rûsyayê û hikumeta Sûriyê belav bûne ku artêşa Sûriyê û polîsên leşkerî yên Rûsyayê li ser duyemîn stasyona kehrebe-avê ya li Sûriyê bendava Tişrînê serwer in, derewandin.

 

Ev agahî jî piştî ku duh di navbera fermandarê polîsên leşkerî yên Rûsyayê û Meclisa Leşkerî ya kantona Kobanê de hat lidarxistin, derket.

Hevserokê Meclisa Leşkerî ya kantona Kobanê Esmet Şêx Hesen diyar kir ku xebat hîna weke berê li bendavê bêyî ku tiştek bê guhartin, didome.

Di encama lihevkirina di navbera hikumeta Rûsyal û Rêveberiya Xweser de, yekîneyên artêşa Sûriyê li hin nuqteyên li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê li bakurê welat belav bûn.

Rêveberiya Xweser pirî caran di daxuyanî û gotinên xwe de piştrast kir ku lihevkirina di navbera wan û rejîma Sûriyê de tenê leşkerî ye.

Leave a Reply

Back to top button