Çeteyan li Girê Spî 2 sivîl revandin û ji malbatan pere xwestin

Çeteyên dewleta Tirk rêbazên xwe yên qirêj ku li Efrînê kiribûn dubare dikin.
Piştî êrîşên dagirker yên li dijî Girê Spî û Serê Kaniyê çeteyên dewleta Tirk sivîlan direvînin û ji malbatan pere dixwazin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk du sivîl ji gundê Hermela yê Til Temirê revandin û ji bo serbestberdana wan 15 milyon lîreyên Sûrî xwestin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku ev sivîlên hatine revandin dema ku li nava erdê xwe dixebitîn çeteyan êrîşî wan kir û ew revandin.

Hemwextê wê jî li gundê Om Xêr yê Serê Kaniyê jî şer navbera çetan xwe bi xwe de derket.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li gundê Om Xêr di encama şerê navbera çeteyan de gulebaraneke bêserûber çêbû.

Çavkaniyan tekez kir ku di encam de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Lê heta niha jî sedema vî şerê navxweyî yê çeteyan nehtiye naskirin.

Leave a Reply

Back to top button