“Kesa-Kesê Salê” ya kovara TIME: Kurdên Sûriyê weke namzet hatin nîşandan

Kovara TIME ku her sal “Kesên Salê” dibijêre, îsal Kurdên Sûriyê jî ji bo vê namzet nîşan da.

Konvara TIME namzetên ”Person of the Year” an “Kesa-Kesê Salê’ yê îsal diyar kir.

Kovarê, ji sala 1927’an ve her sal “Kesên Salê” yê baş û nebaş, di hêjmara xwe ya dawiyê de destnîşan dike.

Lê îsal di nav namzetan de Kurdên li Sûriyê jî cîh digirin.

Di rûpela dengdanê ya di malpera înternetê ya kovarê de ji bo Kurdan weha hat gotin:

“Piştî ku DAIŞ’ê têk birin, hatin tecrîtkirin.”

Di salên dawî de lîsteya namzetan pêşî li înternetê dikeve dengdanê û paşê êdîtorên kovarê li gorî vê yên ku bibijêrin destnîşan dikin.

Di lîsteya namzetan da tevî Kurdên Sûriyeyê, xwepêşandêrên Hong-Kong, Greta Thurnberg ya di çalakiyên ekolojiyê de pêşengî dikir û Putîn, Trump û Erdogan jî cîh digirin.

Leave a Reply

Back to top button