LI EFRÎNÊ REVANDINA ŞÊNIYAN Û DIZÎNA BERHEMÊN ZEYTÛNAN DIDOME

Binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji revandin, kuştin û talankirinê li Efrînê didomin.

Çeteyên dewleta Tirk sivîlek ji navçeya Şiyê revandin.

Sivîlê bi navê Mihemed Xelîl Emê yê ji navçeya Şiyê ji aliyê çeteyan ve hat revandin û ji bo berdana wî 10 hezar dollar ji malbata wî hat xwestin..

Li aliyekî din jî çeteyên Cebha Şamiyê li ser benda kontrolê ya li ser rêya ketina navçeya Mabeta sivîlê bi navê Emîn Xelîl Elî bi hinceta ku kurê wê bi Rêjîma Sûriyê re dixebite girtin..

Heman benda kontrolê ya çeteyan, destdirêjiyê li jinên ku ji baxçeyên Zeytûnê tên, dikin..

Her wiha komek çeteyên Ehrar Şerqiyê ketin nava baxçeyê sivîlê bi navê Ehmed Mameş yê ji navçeya Mabata û berhermên zeytûnan dizîn û talan kirin.

Leave a Reply

Back to top button