Hilbijartina navçeya Cûrnê Reş a Rihayê betal bû

Darbeya faşîst a AKP-MHP’ê ya li dijî vîna gelê kurd didome.
Li navçeya Cûrnê Reş ya Rihayê piştî 45 sala şaredayî kete destê Dem partiyê.
Lê desthilata Erdogan xwe ji serkeftina DEM Partî negirt û hilbijartina navçeyê betal kir.
Hevşaredarê DEM Partiyê Serhan Paydaş li dijî vê yekê banga xwedî derketinê li herkesî kir.

Di hilbijartinên şaredariyê yên bajarê Rihayê de Dem partiyê karî li navçeya Cûrnê Reş şaredariyê bi dest bixe.

Gelê Çûrnê Reş namzetê DEM Partiyê Serhan Paydaş weke hevşaredarê xwe hilbijartin.

Li Cûrnê Reş ku yekem PKK li wir şaredarî bidestxistibû piştî 45 salan careke din şaredarî ji destê desthilata Tirkiyê hate derxistin.

Lê desthilata AKP-MHP’ê ku xwe li vê serketinê negirtin hilbijartin dan betalkirin.

Sedema betalkirina hilbijartinê jî şewitandina dengan hate nîşandayîn.

Lê di dîmen derketiye holê de jî pir bi zelalî eşkere dibe ku sandoqên dengan ji aliyê biraziyê namzetê AKP û 2 xebatkarên şaredariyê ve hatiye kirin.

Gelê Wanê li îradeya xwe xwedî derdikevin

Back to top button