Ji aliyê xwe ve, Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê “KODAR” piştgiriya xwe ya bi xwepêşandanên li Îranê re ragihand.
KODAR’ê bi daxuyaniyeke nivîskî helwesta xwe ya li ser daxwaza gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir.
KODAR’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
Destpêkirina xwepêşandanên gelan li tevahiya Îran, weke zincîreya serhildanên li Rojhilata Navîn, mizgîniya gihiştina bihara gelan a piştî zivistaneke dijwar hatiye.
Rejîm û hêzên dewletê bi tundiyeke bêsînor êrîşî xwepêşanderan dikin.
Xwepêşandan demokratîk in û lewma bi serweriya gel didomin.
Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê “KODAR” diyar kir ku pêwîst e ‘Komîteyên Rêxistina gel’ li hemû bajaran bên avakirin û bang li hemû beşên civakê kir ku dakevin kolanan.