Ji ber piştevaniya DAIŞê dikirin, Emerîka 6 kompaniyên dewleta Tirk ceza dike.
Wezareta Gencîneya Emerîkî ragihand ku wan ceza li 2 kes û 6 kompaniyên li Tirkiyê ku piştevaniya darayî û lojistîk pêşkêşî DAIŞê dikin, birîn.
Li gorî wezaretê, kes û kompaniyên ceza li wan hatine birîn, ev in:
Kompaniya Sehlûl a pere-veguhastinê.
Kompaniya Sultan a pere-veguhastinê.
Kompaniya Tewasul.
Smaîl Bayaltun û kompaniya wî.
Ehmed Bayaltun.
Kompaniya ACL, ew jî kompaniya Smaîl e.
Her wekî, samanên wî jî li Emerîkayê hatin cemidandin.