Artêşa Tirk û çeteyên wê duh bi şev hewl da êrişî Rêya M4 bike lê şervanan bersiv da û êriş hate şikandin.
Di êrişê de herî kêm çeteyek hate kuştin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî agirbestê binpêdike û êrîşên xwe didomîne.
Duh bi şev artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hijmarek zêde çete, leşker û çekên giran ve êrişê xeta Dibis a girêdayî navçeya Eyn Îsa û ji gundên derdore wê kirin da ku rêya M4 a navneteweyî bigrin.
Şervanên QSD’ê di çarcoveya parastina rewa de bersiv da êrîşan.
Di encam de êrîş hate şikand û herî kêm çeteyek hat kuştin.
Her wiha dûh sibe jî Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşê gundê Til Werd yê Til Temirê kiribûn û
Di encama êrîşê de leşkerekî rêjîma Sûrî birîndar bû.