Rûsyayê bi dehan zarokên çeteyan wergirt

Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan 32 zarokên DAÎŞ’î yên li girtîgehên Iraqê dimînin, wergirtin.

Wezareta Tenduristiyê ya Rûsyayê daxuyaniyek da û diyar kir ku wan 32 zarokên DAIŞ’ê vegerandina welatê wan.

Wezaretê ragihand ku 32 zarokên gihîştine Rûsyayê ji bo kontrola tenduristiyê ew veguheztine nexweşxaneyê.

Temenê zarokên hatine wergirtin ji 1 heta 12 salî ne.

Bi koma dawî re hejmara zarokên ku Rusyayê wergiritiye ji Kanûna 2018’an ve gihîşt 122 zarokan.

Piraniya çeteyên ji derveyî welat tevlî nava DAÎŞ’ê bûn ji Rûsyayê ne, û piraniya wan ji
Çeçenistan û welatên Kafkasyayê ne.

Piraniya Rûsiyên ku tevlî DAIŞ”ê bûne li Iraq û Sûriyê dimînin, û li gorî raporên ku derdikevin hîn jî 2 hezar zarok û jinên DAIŞ’î yên Rûsî hene.

Leave a Reply

Back to top button