Çeteyên Feyleq El-Şam li Efrînê zarokek revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Xezîwê yê navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê zarokek revand.

Çeteyên Feyleq El-Şam ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker di 15`ê Mijdarê de zaroka bi navê Roya Henano Mustafa (15) ji gundê Xezîwê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê revand.

Çavkaniyên pê bawer detayên bûyerê ji ajansa me re parve kirin û diyar kirin ku çeteyên koma bi navê Feyleq El-Şam li erebeyeke ji cureya “Van” tevî çend jinên rûgirtî siwar dibin û zaroka bi navê Roya digirin û bi awayekî tund diavêjin erebeyê û dibin cihekî nediyar.

Çavkanî tekez kir ku bavê Roya berî çend rojan ji revandina zaroka wî, ji aliyê çeteyan ve bê sedem rastî gefan hatiye.

Hemwextî vê bûyerê, roja duşemê 2 cenazeyên ciwanên ji şêniyên Efrînê piştî ku ji aliyê kesên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ve hatin revandin û pereyên bi wan re hatin dizîn, li erazî hatin dîtin.

Leave a Reply

Back to top button