Partiyên Siyasî ji hewldanên Yekîtiyê bi hêvî ne

Sekreterê Partî Demokratî Kurdistanî-Suriye Ciwan Siko û Sekreterê Giştî yê Partiya Komûnîst a Kurdistanê Necmedîn Mela Umer diyar kirin ku di nava partiyên Kurd de danûstendinên girîng ji bo yekîtiyê tên çêkirin û gotin:
“Li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek hewldanên ji bo yekîtiya navmala Kurdan hene, lê hinek alî li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin.
Divê hemû partiyên Kurd ji bo yekrêziya Kurdistanê kar bikin.
Bi yekîtiyê em dikarin hemû komployên li dijî gelê Kurd têk bibin.”

Ev demeke li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo yekîtiyê civînên partiyên siyasî yên Kurd tên lidarxistin.

Sekreterê Partî Demokratî Kurdistanî-Suriye Ciwan Siko û Sekreterê Giştî yê Partiya Komûnîst a Kurdistanê Necmedîn Mela Umer derbarê van civînan de axivîn.

Ciwan Siko: Em dixwazin gavek cuda bavêjin

Sekreterê Partî Demokratî Kurdistanî-Suriye Ciwan Siko destnîşan kir ku pêwîstiya gelê Kurd û partiyên wê yên siyasî bi yekîtiyê heye û û got:

“Hewldanên heta niha hatin kirin ji ber gelek sedeman bê encam mane.Lê em vê carê dixwazin gaveke cuda bavêjin.

Di civînên ku heta niha hatine çêkirin de gelek mijar hatin gotubêjkirin da ku sîwaneyek siyasî û Kurdistanî bê avakirin.”

Ciwan Siko: Divê hemû partiyên kurd ji bo yekrêziya kurdistanê kar bikin

Ciwan Siko anî ziman ku ew di pêvajoyek hesas re derbas dibin û wiha domand:

“Pêwîste em hemû dest bidin hev û destwerdanên derve yên welatê xwe bi dawî bînin.

Ji bo hevdîtinên bi partiyên kurdî yên wekî ENKS’ê û yên din re komîte hatine avakirin.

Her wiha bi kesayetiyên serbixwe, rewşenbîr, mezinên eşîrên Kurd re hevdîtin hatine kirin.

Ji bo serkeftina vê pêngavê pêdivî bi hewldaneke xurt heye.

EM hêvî dikim hemû partiyên Kurd ji bo yekrêziya Kurdistanê kar bikin.”

Necmedîn Mela Umer: hinek alî li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin

Sekreterê Giştî yê Partiya Komûnîst a Kurdistanê Necmedîn Mela Umer jî destnîşan kir ku ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd û civaka Kurdistanê yekîtiya Kurd pêwîstiyek e û got:

“Pêwîste astengiyên dibin sedema windabûna gelê Kurd ji holê bên rakin.

Dema gel bi hêz bibe, wê azadî, wekhevî û dadperwerî jî pêk were.

Li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek hewldanên ji bo yekîtiya navmala Kurdan hene.

Lê hin aliyên siyasî ji bo berjewendiyên hizbî nêzî hewldanên yekîtiya Kurd nabin û hewl didin vê yekê têk bibin.

Bi yekîtiyê em dikarin hemû komployên li dijî gelê Kurd têk bibin.”

Back to top button