LI MISRÊ 19 ÇETEYÊN DAIŞ HATIN KUŞTIN

Wezareta Karên Hundirîn a Misrî ragihand ku di encama şer de 19 çeteyên ku têkiliya wan bi bûyera kuştina Eqbatên bajarê Munyayê re hene, hatin kuştin.

Wezaretê diyar kir ku derbarê cihê şaneya terorîst a êrîşî Eqbatên sivîl li parêzgeha Munyayê kiribû, agahî bi dest xistin.

Wezaretê got hêzên wan avêtin ser navenda wê şaneyê û di encama şer de 19 çeteyên şaneyê hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê êrîşa li dijî Eqbatên parêzgeha Munyayê li bakurê Misrê ku di encamê de 7 sivîlan jiyan xwe ji dest dan, girtibû ser xwe.

Leave a Reply

Back to top button