Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve 5 roj in xwepêşandanan didomin.
Hêzên dewletê bi tundî êrîşê xwepêşandêran dikin û heya niha bi kêmî 200 xwepêşandêr hatine kuştin.
Xwepêşandana gelên Îran û xelkê Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî bilindkirina nirxê benzîn, siyaseta aborî û desthilatiyê di roja 5’emîn de berdewam dike.
Duh li gorî çavkaniyekê ku xwe dispêre çavkaniyek Wezareta Navxweyî ya Îranê, di nava 4 rojan de zêdetirî 200 kes li seranserê Îranê hatine kuştin û 3 hezar kes jî birîndar bûne.
Li gorî hinek çavkaniyên herêmî, hejmara kuştî û birîndaran hîn zêdetire. Tê gotin zêdetir kes li Rojhilatê Kurdistanê, bajarê Kirmaşan, Ciwanro û Merîwanê hatine kuştin.
Li gorî Tora Mafê Mirov ya Kurdistanê, tenê di nexweşxaneyek Kirmaşanê ya bi navê İmam Reza de cenazeyê 16 kesan heye û hejmarek zêde jî birîndar hene. Beriya wê jî 9 xwepêşandêr li Kirmaşan hatibûn kuştin.
Tê gotin zêdetirî 100 bajaranên Îranê xwepêşan tên kirin.
Li gorî medyaya muxalefetê, hinek taxên bajarên Şîraz, Kerec û Tahranê ketiye destê xwepêşandêran.
Her wiha tê gotin ku xwepêşandera 9 ofîsên girêdayê Rêveberê Îranê Alî Xemneyî şewitandine.