Meclîsên Qamişlo: Ji bo pêşîgirtina êrîşan hin kolan ji wesaîtan re hate qedekirin

Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li heremê liv û tevgera şaneyên veşartî yên girêdayî çeteyên DAIŞ’ê zêde bûye.
Meclisên Qamişlo bi giştînameyekê gel hişyar kirin û ragihandin ku ji bo pêşîgirtina êrîşan li nava bajêr motosîklet hatine qedexe kirin.

Meclisên Qamişlo û navçeyên Rojhilat û Rojava yên bajêr, ji bo pêşîgirtina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û parastina civakê giştînameyek weşand.

Meclisên bajarê Qamişlo diyarkirin ku wan ji bo parastina jiyana gel û hêsankirina çûnûhatina bajêr hin biryar girtine.

Biryarên di giştînameyê de weha hatin rêzkirin:

1- Ji aliye wesaît û motosîkletan ve bikaranîna resîfan, (rêya çûn û hatina şêniyan a li rex rêyan) qedexe ye.

Kesê bikarbîne wê were lêpirsînkirin û wesaîta wî were desteserkirin.

2- Li herêmên ku biryara qedexeyê hatiye wergirtin nabe ku motosîklet bisekinin an jî bigerin.

Bi heman rengî li van herêman çûnûhatina wesaîtan û sekinandina wan qedexe ye.

Her wiha jî qedexe ye erebeyên sivîl û leşkerî li kolan û cihên ku me navên wan jêr diyarkiriye bisekinin.Dê kesên pê ranebin bên lêpirsînkirin.

Navên çend kolan û qadên ku qedexeya çûnûhatina wesaît û motosîklet hatiye îlankirin weha ye:

1- Ji qada bajarê El-Şebab heta Qada Sonî-Trafîk,

2- Ji Çerxerêya El-Wehdê ya başûr heta navenda bajêr,

3-Tevahî rûbera sûka giştî û li kolanên ku tên ser sûkê,

4- Kolana sûka navendî ji destpêka Çerxerêya Hola El-Selam a başûr û heta Geraja Newroz a bakur.

5- Li derveyî rûbera teng a sûka navendî, mayina basteyên sepandî yan jî yên gerok .

Leave a Reply

Back to top button