Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-Ewropa bang li her kesî kir ku tevlî hemleya boykotkirina malên Tirkî bibin.
Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên Ewrûpayê-KCDK-E di daxuyaniya xwe de destnîşankir ku dewleta tirk piraniya aboriya xwe li şer xerc dike.
KCDK-Ewropa diyar kir ku ji bo dewleta tirk di şer de bi ser keve hemû çavkaniyên aborî û siyasî dixe dewrê û li dijî gelan komkujî û qirkirinan pêk tîne.
KCDK-Ewropa destnîşan kir yek ji rêbazên ku aboriya tirkiyê tengav dike boykotkirina malên Tirkî ye û weha got:
“Eşkere ye ku çavkaniya herî mezin a şerê qirkirina Kurdan ê dewleta Tirk malên li derveyî welat tên firotin û hatineyên tûrîzmê ye. Ji ber vê yekê boykotkirina malên xwarin û tekstîlê û boykotkirina tûrîzma Tirk wezîfeyeke neteweyî û mirovî ye.”
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-Ewropa bang li Kurdan, demokrat, parêzvanên aştiyê, ekolojîst, femînîst, çepgir, rewşenbîr, hunermendan kir ku tevlî pêngava boykotkirina malên tirkî bibin û nebin hevkarê şerê dagirker yê dewleta Tirk.
KCDK-Ewropa di daxuyaniya xwe de da zanîn ku divê Kurdistanî û dostên wan zanibin ku her qurişê diçe Tirkiyê dibe fîşek û li gelê Kurd vedigere û komkujiyan li Kurdan dike.