Ji destpêka ragihadina agirbestê êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî ranewestiyane û dewleta tirk hewl dide dagirkeriya xwe berferh bike.
QSD’ê ragihadn ku piştê dewriyeya hevpar a Rusî û Tirkî dest pê kirin çeteyan depoyên genim yên Şirqiraqê dagirkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê encamên Berxwedana Rûmetê ya 24 saetên dawî bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.
QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:
Li Eniya Zirgan û Tiltemirê artêşa dagirker û komên çete li gundên Ing el-Hewa, Ebdilhey Til Menax, Ûm el-Kêf û Til Tewil bi çekên giran û balafirên bê mirov êrîş kir.
QSD’ê da zanîn ev gundên nav borî piraniya xwe sivîl lê dimînin.
Li eniya Eyn Îsa jî artêşa dagirker û hêzên Rûsî, piştî ku dewriyek hevpar avêtin, artêşa dagirker bi hejmarek zêde ji çeteyên xwe, tang, top û çekên giran depoyên genim yê Şerqiraqê dagir kir.
QSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ragihand ku di encama êrîşên dewleta tirk a dagirekr bi obus, tang, çekên giran û balafirên bê mirov 2 şervanên QSD’ê birîndar bûn.