Şêniyên navçeya Şedadê bi beşdariya saziyên sivîl û leşkerî cenazeyê şehîdê Berxwedana Rûmetê Setam El-Salih li goristana şehîdan oxir kirin.
Şervanê QSD’ê Setam El-Salih bi nasnav Rihmo 13’ê vê mehê di berxwedana rûmetê de şehîd bû.
Îro şêniyên Şedadê ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd li goristana şehîdan kom bûn û merasîmek li dar xistin.
Di merasîmê de piştî torana leşkerî li ser navê Fermandariya Leşkerî ya Şedadê û Desteya Ewqafê axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayik û silavkirina şehîdan de spartin axê.