Aliyên siyasî yên Iraqî li ser projeya yasayek reformê li hev kir û ji bo pêkanîna vê projeyê 45 roj dem dan Hikumeta Iraqê.
Duh bi şev 12 aliyên siyasî yên Iraqê ku PDK û YNK jî di nav dene, li ser projeya yasayek reformê ji bo Iraqê li hev kir û 45 roj dem dan Hikûmeta Iraqê.
12 aliyên siyasî diyar kirin ku ger kikumet projeya yasayî pêk neyne, wê hikûmetê were hilweşandin û hilbijartinên pêşwext pêk werin.
Di nava aliyên siyasî de Eniya Hîkme, Hevpeymena Fetih, Hevpeymana Nesir, Hevpeymana Dewletî Yasa û Eniya Tirkmenan jî hene, lê Eniya Sedir di nav de cihê xwe nagre.
Ji xalên ku her 12 aliyan li ser li hev kirine, ev in:
-Diyarkirin kesên ku binpêkirinan derheqê xwepêşandêran de dikin.
-Sererastkirina destûra Iraqê.
-Derxistina yasaya Meclisa Wezîran û Wezaretan.
-Derxistina yasaya dadgeha îtihadî
-Dûrxistina destê partiyan di wezaretên hikumetê de.
-Dadgehên taybet ji bo dozên gendeliyê werin zindî kirin.