Balafira bê mirov a artêşa Tirk Xanesorê bombebaran kirin

Balafira sîxûrî û bêmirov ya dewleta Tirk navenda bajaroka Xanesor ya Şengalê bombebaran kir.

Li gorî agahiyên ajansa Rojnewsê balafira bêmirov ya artêşa Tirk ku êrîş pêk aniye raste rast navenda bajaroka Xanesorê hedef girtiye.

Der barê encama bombebaranê de ti agahî nehate bidestxistin.

4’ê Mijdarê jî balafirên artêşa Tirk a dagirker êrîş Xanesorê kiribû û 3 şervanên YBŞ’ê birîndar bûbûn.

Saziyên êzîdî êrîş Şermezar kirin
‘Divê xweseriya civaka êzîdî were qebûlkirin’

Saziyên Êzîdî yên li Şengalê li Xanesorê daxuyaniyeke hevbaş dan û êrîşa dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan, Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî, Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat, Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê, Hevgirtina Ciwanên Êzidî, Navenda Çanda Êzidxan û Koordînasyona Meclîsên Gundên Bakur tevlî daxuyaniyê bûn.

Saziyên Êzidiyan bang li civaka navnetewî kir ku biryara ku di 4’ê Tirmeha 2018’an de ji bo xweseriya Êzîdî û Suryanên li deşta Nînoveyê hatibû girtin, bixin meriyetê.

Saziyên Êzidiyan bang li hemû civaka Êzîdî jî kirin ku xwedî li ax, çand û nirxên xwe derbikevin.

Leave a Reply

Back to top button