Li Çil Axa belavokên li ser jiyana Rêber Apo tên belavkirin

Li Navçeya Çil axa ya Kantona Cizîrê di çarçoveya pêngava bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, belavokên li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan li şêniyan tên belavkirin.

Endamên saziyên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Navçeya Çilaxa, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star di belavkirina belavokan de cih girt.

Belavok bi zimanên erebî û kurdî ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve hatibûn amadekirin.

Endama Meclisa Navçeya Çilaxa Emel Nezal ku beşdarî belavkirina belavokan bûye diyar kir ku wan heta niha 2 hezar belavok belav kirine .

Emel da zanîn ku belavkirina belavokan dê heta êvarê dewam bike.

Emel Nezal herî dawî anî ziman ku ew amade ne beşdarî tevahî çalakiyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin û got: “Em deyndarên Rêbertî ne. “

Back to top button