Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî gundên Girê Spî kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê agirbestê binpê dike û êrîşên xwe didomîne.

Artêş Tirk bi hevkariya çeteyên xwe bi çekên giran êrîş li dijî herêmên Girê Spî pêk anîn.

Li gorî agahiyên hatin bidestxsitin bi çekên giran êrîşî gundên Xirbet Beqer, Qize’lî, Cirin, Qirinfolê û depoya genim a gundê Xefiyet Salim ên Girê Spî kirin.

Her wiha çeteyan êrîşî gundê Hoşan ê navçeya Eyn Îsayê kir.

Di encamê de sivilek bi giranî birîndar bû, ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.

LI SERÊ KANIYÊ LI NÊZÎ BAREGEHEKE TIRKIYÊ TEQÎNEK PÊK HAT
Li aliyeke din li gorî malperên girêdayî çeteyên dewleta Tirk, li gundewarê Serê Kaniyê wesayîteke bombebarkirî nêzî bargeheke artêşa Tirk hate teqandin.

Tê gotin, di encama teqînê de kuştî û birîndar hene.

Her wiha ti alî heya niha ev teqîn li xwe negirtiye.

Hate ragihandin jî ku di heman dema teqînê de şer di navbera çeteyan bixwe de rû da.

Leave a Reply

Back to top button