Israîlê derdora Şamê topbaran kir..encam çi ne?

Artêşa Israîlê hin baregehên Îranî û Artêşa Sûrî li Şamê kir armanc û Rêjîm jî dibêje, hejmarek ji sivîlan hatine kuştin û birîndar bûne.

Derdora Şamê hat topbarankirin
SANA: Êrîşên Israîlî sivîl kuştine û birîndar kirine

Ajansa SANA diyar kir ku, moşekeke Israîlî li maleke sivîlan li bajaroka SeiSei ya başûrê Şamê ketiye û tê de 2 kes hatine kuştin û hejmarek birîndar bûye.

Ji aliyê xwe ve çavkaniyekê ji nexweşxaneya Qetna ji ragihandinê re eşkere kir ku, jin û zilamek li bajaroka Bêt Sabir hatine kuştin.

Di heman êrîşan de, parçeyn moşekên Israîlî li avahahiyek li Qudseya ya Rojavayê Şamê katiye û keçek birîndar bûye…

Derdora Şamê hat topbarankirin
Israîl: Me bersiv da û baregehên leşkerî yên Îranî kirin armanc

Artêşa Israîlî jî nexşeya baregehên hatine aramncgirtin belav kir û destnîşan kir ku ew deverên Feyleq El-Qudis a Îranî û Artêşa Sûrî ne.

Ji bo heman mijarê Serokwezîrê Israîlê eşkere kir ku, wan bersiv daye êrîşên li ser xwe û bi çekên hewayî baregehên leşkerî yên Iranî armanc girtine.

Doh jî dezgehên ragihandinê diyar kirin ku, parastina asîmanî bersiv daye êrîşên li ser balafirgeha Şamê û Israîlê jî bersvdayîna xwe ji 4 moşekên ji aliyê Sûriyê ve ragihand.

Leave a Reply

Back to top button