Beriya çend kêliyan dewriya Rûsya û Tirkiyê li gundewarên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê dest pê kir.
Nûçegihanên me diyar kir ku dewriya hevbeş a polîsên Rûsya û artêşa Tirk a dagirker li gundewarê navçeya Dirbêsiyê beriya çend kêliyan derketin.
Nûçegihanan destnîşan kirin ku dewrî ji gundê Eradî ya 17 km rojavayê navçeya Dirbêsiyê destpêkir û ber bi rojava ve çûn, dewrî li gundên Aliya û Torat re jî geriya.
Her wiha nûçegihanan da zanîn ku dewriya hevbeş ber bi gundê Tirbê ve çû.
Nûçegihanan gotin ku 2 balafirên helîkopter jî bi dewriyê re li asîmanên ku dewriya hevbeş digere, hene.