Televîzyona NRT weşana 2 rêzefilmên tirkî rawestand

Kenala Televziyonê ya NRT 2 weşandina rêzefilm û kilîpên Tirkî boykot kir. Her wiha rêzefilmên Tirkî yên ku wê bihatibana dublajkirin jî rawestand.

Yek ji Rêveberê televziyona NRT 2 Rizgar Mihemed ji Ajansa Rojnews re diyar kir ku ji bo êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Rojavayê Kurdistanê û siyaseta dewleta tirk a qirkirina kurdan biryar da ku kilîp, ûrêzefilîm û hemû berhemên hûnerî yên tirkî boykot bikin.

Rizgar Mihemed ragihand ku wan beriya niha 2 rêzefilmên Tirkî kirîbûn, lê niha bi riya parêzerên televziyonê hewl bidin wan her dû rêzefilm vegerînin.

Her wiha xwediyê Şîrketa Homal Medya Saman Hacî Fayeq ku karê dublajê dike, diyar kir ku piştî êrîşên dewleta tirk li ser Rojava rêzefilmên Tirkî bi awayek berçav ji aliyê temaşevanan ve hat red kirin.

Hacî Fayeq destnîşan kir ku êdî ew ê ji bo rêzefilêm welatê xwe ku çanda kurdî nîşan didin kar bikin.

Leave a Reply

Back to top button