Dewleta Tirk a dagirker plana guhertina demografiyê bi lez û bez dixe piratîkê. Piştî ku şêniyên resen yên Girê Spî koçberkirin, malbatên çeteyan li malên wan bicih dike.
Dewleta Tirk piştî ku demografiya Efrînê û herêmên din yên dagir kiriye guherand vê planê li Girê Spî jî dubare dike.
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker Girê Spî dagirkir û şêniyên herêmê yên resen da koçber kirin, niha malbatên çeteyan ji derve tîne herêmê û li Girê Spî bi cih dike.
Her wiha navên bajar, sazî û dibistanan jî hatin guhertin û herêman li çeteyên xwe belav dike.
Li ser malperên civakî jî gelek wêne û agahiyên ku guherina demografiya herêmê piştrast dike belav bûn.