Kongra Star: Dixwazin şoreşa Jinên Rojava teslîm bigirin

Kongra Star çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser Jinê ji bo bîranîna Hevrîn Xelef, Amara Rênas û Dayê Aqîdê lidarbixe.
Kongra Star bang li hemû jinên cîhanê kir ku qadên çalakiyan bi rengê
van şehîdan bixemlînin.

Koordînasyona Kongra Star têkildarî 25’ê mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinê daxuyaniyek nivîskî da.

Kongra Star diyar diyar kir ku hêzên hegemon ên navdewletî Bakûr û Rojhilatê Suriyê kirine meydana şer û ji ber vê yekê qirkirineke çandî, demografîk, aborî, civakî, siyasî û ekolojîk a herî mezin li vê derê pêk tê.

Kongra Star destnîşan kir ku di şexsê dîktatoriya Erdogan û çeteyên dewleta Tirk de şîdeta zilamê serdest xwe bi rêxistinkiriye û bi vê yekê dixwazin şoreşa jinên Rojava teslîm bigirin.

KONGRA STAR ÇALAKIYÊN 25’Ê MIJDARÊ DIYARÎ 3 JINÊN LEHENG KIR

Konra Star bal kişand ser şehîdkirina Sekretera Giştî yê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef kir û anî ziman ku di şexsê wê de sîstema hevserokatiyê ku modela siyaset û jiyana nû îfade dike, hedef hatiye girtin.

Kongra Star destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk bi êrîşên yên li dijî Hevrîn Helef, şervana YPJ Amara Rênas û Dayika Aqîde, jin, dayîk û ciwanê Kurd yên leheng, rêxistinkirî û bi hêz ku li dijî dagirkeriyê axa diparêzin û ji bo jiyana azad têdikoşin dikin hedef.

Kongra Star dest nîşan kir ku şehîd Hevrîn Xelef, Amara Rênas û Dayê Aqîde li hemberî şîdeta zilamên serdest û desthilatdar bûne sembolên nû yên têkoşînê û da zanîn ku ew ê çalakiyên îsal yên 25’ê Mijdarê diyarî wan bikin.

KONGRA STAR: QADÊN ÇALAKIYÊN 25’Ê MIJDARÊ
BI RÊNGÊ JINÊN LEHENG BIXEMLÎNIN

Koordînasyona Kongra Star di dawiya daxuyaniyê de weha got:

“Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku ji bo bîranîna wan her sê jinên wêrek ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Xwişkên Mîrabal nûjen kirine, têkoşînê mezin bikin û qadên çalakiyên 25’ê Mijdarê
yên îsal bi rengên van her sê jinên leheng bixemilînin.”

Leave a Reply

Back to top button